Kurdistan
Li Peyas a Diyarbekirê qeza çêbû: 9 birîndar
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Peyasê li ser rêya Mahabadê otomobîlek û mînîbusekî li hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên trafîkê û tîmên 112 yên tendurisdiyê de hatin birin bo nexweşxaneyên nav Diyarbekirê.
Erebeyên qezakirî bo astengî ji çûnûhatê re çênebe, ji aliyê alavên trafîkê de ji ser rê hatin rakirin.