Kurdistan
Li Qamislo agir bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ket
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê agir bi avahiya Komîsyona Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) ket û ziyan gihîşt avahiyê.
Li gorî zanyariyan ji ber kontaka elektrîkê agir bi avahiyê ketiye û ji baregeha UNHCR a li Qamişlo dûxan bilind bûye ku hemû tiştên hûndir şewitîne.
Hat diyarkirin ku ji ber pirsgirêka kabloyên elektrîkê ku di nav hevde ne agir derketiye û ti ziyaneke canî çênebûye.
Beriya niha jî têlên elektirîkê yên pêşiya ofîsa Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ya li Qamişlo ji ber heman pirsgirêkê şewitîbû.