Kurdistan
Li Qamişlo bihabûna mazot û elektrîkê hate protesto kirin
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li dijî bilindbûna nirxên sotemeniyê, bihabûna kelûpelên sereke û nebûna xizmetguzariyan xwepêşandanek hat birêvebirin.
Xwepêşanderan bi dirûşm û daxwazan bihabûna mazotê, nebûna elektrîkê û bihayiya nirxên ampêran red kir û xwestin ku çareseriyên lezgîn ji van qeyranan re werin dîtin.
Di çalakiyê de bang li hikûmetê hat kirin ku ji biryarên xwe yên aborî vegere, sotemeniyê bi nirxên guncaw peyda bike, nirxên kelûpelên sereke daxe û mîna deverên din ên Sûriyeyê elektrîkê ji bo gel peyda bike.