Kurdistan
Li Qamislo bombe avêtin benzînxaneyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din, li nêzîkî benzînxaneyeke li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hin kesên nenas ve bombeyeke destan hat avêtin.
Li gorî zanyariyan kesên nenas li nêzî stasyona Lazgîn a Sotemeniyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişlo bombeyeke destan avêtin.
Bombeya ku hat avêtin li ser wesayîteke nêzîkî stasyonê teqiya û bû sedema ziyanên madî.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin, lê hîn nehat zanîn bê çi kesan ew bombe bi çi sedemê avêtine.