TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qamislo otomobîleke bombebarkirî hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 11 tîrmeh 2019 22:31

PeyamaKurd - Li taxa xirîstiyanan a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin. Li gorî jêderên herêmê di encama vê teqînê de kuştî û birîndar hene, lê hîn agahiyên zelal belav nebûne. 

Teqîn li çargoşeya ewlehiyê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de çêbûye û hîn derbarê ziyanên canî de ti daxuyaniyeke nehatiye dayîn. Li gor agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn û ew bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

— Ernesto Dragon (@_ErnestoDragon) July 11, 2019

Hat zanîn ku teqîna li çargoşeya ewlehiyê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de çêbûye û xisareke mezin bi xwe re çêkiriye.

Îro li bajarên Efrîn û Hesekê jî teqîn çêbûbûn û hejmarek şêniyên wan deveran bûbûn qurbanî.

Parve bike: