TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qamîslo tîma Rûdawê birin derveyê bajêr û li wan xistin

Admin M
Nivîskar
📅 03 sibat 2022 02:02

PeyamaKurd – Li bajarê Qamîşloyê peyamnêr, kameraman û ajotvanê tîma rûdawê ya ku nûçeya definkirina şervanên HSD ê li goristanê dişopandin hatin revandin. Di nava tîma Rûdawê de peyamnêr Viyan Fettah, kameraman Îsa Hesen Xelef û ajotvanê ereba wan Ebdullah Mejdel hebûn.

Li goristanê siet di 14.00 an de, 6 jinên bi ser asayîşa Qamîşlo de, rêya Viyan Fettah dibirin û gotinên xerab jê re dibêjin. Wê dibin navenda asayîşa Qamîşloyê lê rêvebirê navendê jê lêborîna xwe dixwazin.

Li goristanê 5 kesên ku kincên leşkerî li ser wanin, Îsa Hesen Xelef û Ebdullah Mecdel li otomobîla Rûdawê siwar dikin û wan derdixin derveyê Qamîşloyê. Li her duyan dixin û wan tehdîd dikin.

Di êrîşê de dest datînin ser kamera, alavên weşandina zindî, belge û nasnama Viyan Fetah. Piştî serbest hatin berdan, kiryarên kesên wan revandine dertê ortê.

Tîma Rûdawê diçe navenda asayîşê û gilî dike. Wezîfedarên navendê soz didin ku wê êrîşkeran desteser bikin û alavên Rûdawê paşde bidin.

Parve bike: