Kurdistan
Li Qamişlo xwepêşandana li dijî rewşa xirab a xizmetguzariyê
PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro 22yê Hezîranê li dijî xerabûna rewşa xizmetguzariyê xwepêşandanek hat lidarxistin.
Xwepêşanderan, banga çareserkirina rewşa xizmetguzariyê ya xirab, peydakirina elektirîk û sotemeniyê bi nirxên guncaw kir.
Xwepêşanderan di rêya siloganan re, rewş û bilindbûna nirxan bi tundî red kirin: "Êdî sebir û aramiya me nemaye".
Herwiha hate diyarkirin ku ew ê di çalakiyên xwe de berdewam bin heta ku rewş were çareserkirin, nirxên sotemeniyê werin daxistin, elektirîk û xizmetguzariyên sereke li gorî karînên wan werin peydakirin.