TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Qersê di nav du grûban de pevçûn derket: 2 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2024 23:32

PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li gundê Yalınkaya di navbera du grûban de ji berê de gengeşe hebû û her dû grûb li ser kolana Aytemizê leqayê hev bûn. Pêşî munaqeşe kirin û paşî bi daran li hev xistin.

Di pevçûnê de 2 kes ji serên xwe birîndar bûn û li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Polîs her dû terefan ji hev veqetandin û wan bi ambûlansan şandin nexweşxanê.

Polîs qelebalixê ji hev bela kir û dest bi lêpirsîna bûyerê kir.

Parve bike: