Kurdistan
Li Qersê qeza çêbû: 4 kesan can dan, zarokek jî birîndar bû
PeyamaKurd – Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlekê qeza kir û di encamê de, 4 kesan can dan û zarokek jî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, şeva din otomobîla bi şofêrtiya Alperen Demirel, li fitloneke Ali Gaffar Okkan nêzîkê Pira Mihralibey, ji kontrola şofêr derketiye û li dîwarê bexçeyekî daye.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirûstiyê, Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Di bûyerê de şofêr û kesên di nav otomobîlê de bi navên Volkan, Elif Demiral û Tekin Alin canê xwe ji dest dan û zarokek 9 salî bi navê B.A. birîndar bû.
Tîmên tendirûstiyê ew birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, rewşa tendirûstiya birîndar xerab e.