Kurdistan
Li Qoserê du malbatên xwînî li hev hatin
PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) di navbera du malbatan de şer derketibû û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Kesên rûsipiyên bajêr ketin navbera her dû malbatan û wan li hev anîn.
Di merasima li hevhatinê de, her dû malbat destên hev toqe kirin û li hev hatin.
Rûdan, di 19ê Tebaxa 2025an de di sanayiya otoyan de qewimî bû û kesê bi navê Hasan Temel (69) jiyana xwe ji dest dabû. Mezinên bajêr niha ketin navbera wan û wan li hev anîn.