Kurdistan
Li Rihayê 2 taxan ketin bin karantînayê
PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê bi sedema tesbîta koronavîrusê 2 taxan xistin bin karantînayê. Bûyer di ser malpera fermî ya parêzgeha Rihayê de hat belavkirin. Biryar ji aliyê Komîte ya Hîvzissihayê ya bajêr de hat dayîn.
Li gor agahiyê; li Sûrûcê li taxa Qirmitê û li Rihayê li navçeya Eyûbiyê li taxa Bûharayê, li her dû ciyan, li her taxê di yek kesî de koronavîrus hatiye dîtin û wan taxên navborî, heya 14 rojan dê di bin karantînayê de bin. Rêyên çûnûhatê yên bo her dû taxan di bin kotrola hêzên asayîşê de ne.