TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê doktorekî 46 salî ji koronayê can da

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 18:15

PeyamaKurd – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê doktorekî 46 salî yê bi navê Abdurrahman Demir ku li klînîkeke taybet kar dikir, ji ber vîrûsa koronayê can da.

Hat ragihandin, li navçeya Wêranşar a ser bi Rihayê ve pizîşkê bi navê Dr. Abdurrahman Demir (46) ku li klînîkeke taybet kar dikir û demek bû Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Ersoy a Rihayê çareserîyla pizîşkî werdigirt, ji ber vîrûsa koronayê can da.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha bi çend rojan jî 2 doktorên din li Rihayê ji ber koronayê can dabûn.

Li gorî amarên dawî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha 248 hezar û117 kes bi koronayê ketine, 5 hezar û 955 kesan can daye û heta niha 229 hezar û 972 kes jî baş bûne

Di 24 saetên dawî yên doh hatine eşkerekirin de jî 1,256 pêketiyên nû hatine tomarkirin, 21 kesan can da û 992 kes jî baş bûn.

 

Parve bike: