TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê înşaata mizgeftê roxiya û 3 karker birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2026 17:32

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li taxa Uğurluyê di wexta betona avahiya mizgeftê ya beşa qubbê dirêtin, roxandin çêbû û 3 karker birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxanê ji bo dermankirinê.

Di dîwarên mizgeftê de jî hilweşîn çêbû. 3 karker di bin hesin û perçên qaliban de man. Li ser agahdarkirina tîmên AFADê, îtfaiye û tenduristiyê, dema gihan ciyê rûdanê, her 3 birîndaran ji bin enqazê derxistin.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya li navça Eyyubiye.

Li ciyê înşaatê tedbîran sitendin û ji ber karekî xeta teknîkiye, dest bi lêpirsînê kirin.

Parve bike: