TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê otobêzeka karkeran qeza kir: 5 kesan can da û gelek kes birîndar bûn

📅 01 gulan 2019 15:23

PeyamaKurd - Li Rihayê otobêza karkerên ku diçûn pîrozbahiya 1ê gulanê qeza kir. Di encama wê qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest da.

Otobêza ku ji navçeya Mereşê Elbîstanê diçû Rihayê da ku beşdarî pîrozvahiyên 1ê gulanê bibe, li ser rêya Bîrecûkêkontrola xwe winda kir û ji rê derket û qulibî. Wesayîtek din jî ji paş de li otobêzê qelîbî.

— Gazeteciler Sendikası (@TGS_org_tr) 1 Mayıs 2019

Li gorî zanyariyên berdest, di qezayê de 4 kesan li cihê bûyerê û yek jî li nexweşxaneyê, bi tevahî 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Herweha 14 kesên ku birîndar bûne jî rakirin nexweşxaneyê.

Parve bike: