TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojava 45 kesên din bi koronayê ketin, 9 kes jî bas bûn

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2020 20:40

PeyamaKurd - Tenduristiya Rojavayê Kurdistanê da xuyakirin ku di nav 24 saetên borî de 45 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Hat ragihandin, ji wan 45 kesan 11 kes li Dirbêsiyê, 9 li Qamişlo, 7 li Hesekê, 7 li Girkê Legê, 6 li Dêrikê, 3 li Şehbayê û 2 kes jî li Rimêlanê ne.

Tenduristiya Rojava diyar kir ku ji doh ve 9 nexweşên koronayê baş bûne û ti haleteke mirinê nehatiye tomarkirin.

Li gorî amarên heta niha hatine belavkirin, li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê gihîşt 783 kesan, 238 kes baş bûne û 42 kesan jî can daye.

Parve bike: