TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojava hejmarek kesên din bi koronayê ketin û kesek jî mir

Admin H
Nivîskar
📅 16 tebax 2020 14:29

PeyamaKurd - Li herêmên desthilatdariya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 22 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û kesekî jî ji wê nexweşiyê can da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa, amarên dawî yên vîrusa koronayê belav kirin û ragihand, di nava rojekê de 22 kes bi koronayê ketine.

Mistefa diyar kir, ji kesên bi koronayê ketine 16 zilam û 6 jin in û 5 li Hesekê, 7 li Qamişlo, 4 li Dêrik, 5 li Şehba û kesek jî li Rimêlanê ye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser herwiha ragihand ku nexweşekî koronayê can daye ku zilamekî 83 salî ji xelkê Hesekê bûye. Mistefa da xuyakirin ku 4 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, heta niha 204 kes li herêmên wan bi koronayê ketine, 21 kes baş bûne û 11 kesan jî can daye.

Parve bike: