Kurdistan
Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûs-Tirk hat gerandin
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê îro danê sibehê li ser sînorê li rojavayê Kobanê dewriyeya hevbeş a leşkerî gerand.
Hat diyarkirin ku dewriye ji gundê Aşme dest pê kiriye û bi 4 panzêrên Tirk û 4 jî yên Rûsyayê birêve çûye.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk di çarçoveya rêkeftina navbera serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de ku li bajarê Soçiyê 22yê Cotmeha sala 2019an hatibû kirin pêk tên û armanc dûrxistin û çavdêriya hêzên HSDê ye.