TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê 26 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Admin L
Nivîskar
📅 04 sibat 2021 14:01

PeyamaKurd –  Desteya Tendurustiya Rêveberiya Xweser amarên dawî yên li li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir. û da zanîn li Rojavayê Kurdistanê, 26 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine.

Li gor Hevserokê Desteya Tendurustiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa do derengiya şevê diyar kir, 26 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 11 kes li Hesekê, 2 kes li Dêrikê, 2 kes li Girkê Legê, 1 kes li Tirbespiyê, 1 kes li Kobanî, 1 kes li Reqayê, 4 kes li Tebqayê û 4 kes li Dêrezorê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihiştiye 8516 kesan, ji wan 1216 kes baş bûne û 296 kesan jî can dane.

Parve bike: