TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê 5 kesan ji ber koronayê wefat kir

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2022 21:58

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 5 kesan ji ber vîrusa koronayê can da û 71 pêketiyên nû hatin tomarkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser eşkere kir,  di nav 24 saetên borî de bi giştî 71 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û diyar kir, li Qamişlo û Dêrikê hejmara herî zêde ya pêketiyan hatiye tomarkirin.

 Herwiha hat ragihand 5 kesan ji ber koronayê can daye ku 4 mêr û jinek e û kesek jî ji nexweşiyê baş bûye.

Li gorî Desteya Tenduristiyê hejmara pêketiyan bi giştîş gihîşt 38 hezar û 103 kesan, ji wan 2 hezar û 533 baş bûne û hezar û 537 kes jî mirine.

Parve bike: