Li Rojavayê Kurdistanê dengdana hilbijartina parlamentoyê
PeyamaKurd - Ji bo temamkirina kursiyên Encûmena Gel a Sûriyeyê li bajarên Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, îro 24ê Gulanê danê sibehê li demjimêr 08:00an proseya dengdanê dest pê kir. PYDê hejmarek partiyên Kurdî ragihandibûn ku ew beşdarî vê dengdanê nabin. Ji ber ku tenê 4 kursî ji bo herêmên Kurdî hatibûn diyarkirin, hemû partiyên Kurd bertek nîşan dabûn.
Hêjayî gotinê ye, ev hilbijartina taybet, ji bo wan kursiyan tê encamdan ku ji Cotmeha 2025an ve hatibûn paşxistin û di vê çarçoveyê de komîteyên dadwerî yên bilind bi rêya Biryarnameya 16an hatine destnîşankirin.
Li gorî rênmayiyên komîteyê, proseya dengdanê dê heta saet 12:00ê nîvro berdewam bike û tenê eger rêjeya beşdarbûna herî kêm neyê bicihanîn dê saeteke din were dirêjkirin, lê piştî wê bêyî liberçavgirtina rêjeyê dê navend werin girtin û yekser dest bi jimartina dengan û ragihandina encamên pêşîn were kirin.
Ev hilbijartin mîna pêngaveke pir krîtîk a Desthilata Veguhêz a Sûriyeyê tê nirxandin daku kursiyên vala yên parlementoyê werin dagirtin û rê li ber Serokomar were vekirin ji bo destnîşankirina sêyeka mayî (70 kursî) li gorî danezana destûrî ya nû.
Her çiqas niha pêşbirkeke germ di navbera berbijêran de li navendên Hesekê, Qamişlo û Kobaniyê hebe jî, hat ragihandin li devera Dêrikê ji ber hebûna tenê du berbijêran, her du kursiyên wê herêmê bêyî dengdanê û bi rêya yekalîbûnê hatine bidestxistin. Çavdêr destnîşan dikin ku tijekirina van kursiyan dê bandoreke girîng li ser pêkhateya leşkerî û sivîl a nû ya rêveberiya Sûriyê bike daku aramiyeke aborî û qanûnî li herêmê ava bibe.