TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê gundê Asûriyan hat topbaran kirin

Admin H
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2021 22:02

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê gundekî Asûriyan yê li navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê artêşa Tirkiyê îro 10ê Cotmehê danê sibehê gundê Til Cuma yê Asûriyan ku dikeve ser navçeya Til Temirê topbaran kir.

Hat diyarkirin ku gelek sivîl di wî gundî de hene, lê derbarê ziyanan de ti agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Parve bike: