TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojavayê Kurdistanê rewsa dawî ya Covid-19: Mirin çênebûn

Admin H
Nivîskar
📅 09 sibat 2021 20:30

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 10 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û ti haleteke mirinan çênebûye.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên eşkere kir, 10 pêketinên vîrusa koronayê hatine tomarkirin ku 2 kes li Kobaniyê, kesek li Girkê Legê, 3 kes li Reqayê, 3 kes li Tebqayê û kesek jî li Şehbayê ye.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di nav 24 saetên dawî de ti haletên mirinên ji koronayê nehatine tomarkirin û 4 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê gihîştiye 8 hezar û 540 kesan, 296 kesan ji koronayê wefat kiriye û heta niha hezar û 222 kes jî baş bûne.

Parve bike: