TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li rojavayê Serêkaniyê motorsiklêtek hat teqandin

Admin H
Nivîskar
📅 24 îlon 2020 20:20

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku motorsîklêteke bombebarkirî li bajarokê Til Helef ê dikeve rojavayê Serêkaniyê hat teqandin.

Li gorî zanyariyan motorsîklêteke bombebarkirî li naverasta bajarokê Til Helef ê bi 3 kîlometran dûrî rojavayê Serêkaniyê ye teqiya.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku motorsîklêt li ser rêya Esfer Necar li naverasta bajarokê Til Helefê teqiyaye û bûye sedema ziyanên madî ku derbarê ziyanên canî de ti agahiyên piştrastkirî nehatine.

Parve bike: