Li Rojhelat mayîn teqîya: Kesekî can da 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Li bajarê Îlamê yê rojhilatê Kurdistanê, li ser sînorê Herêma Kurdistanê mayînek teqiya.
Hate ragihandin ku di teqînê de kesekî cane xwe ji dest da, çar kes jî birîndar bûn. Tê gotin ku birînên her çaran jî xedar in.
Qaymeqamê Mîhranê Elî Ebas Şafiî di derbarê bûyerê de ragihand ku teqîn doh êvarê, li 3 kîlometir hundurê rojhelatê Kurdistanê rû daye.
Şafiî da zanîn ku kesê can daye û yên birîndar ji welatekî cîran in û xwestine di tarîya şevê de derbasî Iraqê bibin.
Elî Ebas Şafiî bûyerê wiha vegot:
“Mixabin van kesan guh nedaye hişyariyên nobedarên sînor û xwestine derbasî nav axa Iraqê bibin. Lê belê ji ber ku herêmê nas nakin bi şaşî çûne nav qadeke mayînkirî ya li ser sînor.”
Şafiî dayar kir ku wan termê kesê mirî û her çar kesên birîndar veguhestine Nexweşxaneya Mîhranê.
Li aliyê din, Revebirê Heyva Sor a Îlamê Xulamreza Elî Mihemedî destnîşan kir ku teqîn li nav axa Îraqê rû daye.
Xulamreza Elî Mihemedî herwiha da zanîn ku wan alîkarî ji tîmên bêbandorkirina mayînan xwestiye û 5 demjimêr piştî bûyerê, bi alîkariya hêzên sînorî yên Îranê gihiştine cihê bûyerê.
Li gorî ahagiyan, ji ber ku birînên wan giran in her çar birîndar ji Nexweşxaneya Mîhranê arasteyî Nexweşxaneya Îlamê kirine.