Kurdistan
Li Rojhilat li bajarê Xoyê bi pileya 4.9 erd hejiya
PeyamaKurd – Li gor ragihandina AFAD a Tirkiyê; li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Xoyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû. Erdhej siet di 20.57an de, di bin erdê de di kûrahiya 7.40 km.yan de çêbû.
Bajarê Xoyê li ser eyaleta Azerbeycanê hatiye qeydkirin lê xelkê Xoyê Kurd in. Heya niha nehat zanîn bê zerar û ziyana canî an maddî çêbûye an na. Bajarê Xoyê li ser xetta erdhejêye û gelek caran lê erdhej çêdibe.