TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilatê Kobanî droneke Tirkiyê ket xwar

Admin H
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2020 23:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îron 20ê Kanûnê piştî nîvro, droneke Tirkiyê dema le asman digeriya kete xwar.

Li gorî zanyariyan ew drone li rojhilatê bajarê Kobaniyê û li navçeya Şeran a nêzîkî sînorê Tirkiyê ketiye xwarê.

Hat zanîn ku dema ketina dronê ti ziyaneke madî û canî çênebûye.

Beriya niha jî 25ê Mijdarê jî balafireke keşfê ya Tirkiyê li nêzî gundê Til Hacib ê rojhilatê Kobaniyê ketibû xwar.

Parve bike: