Kurdistan
Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kesan xwe xeniqand
PeyamaKurd - Li bajarên Mehabad û Îlamê yên Rohilatê Kurdistanê 3 kesan ji ber rewşa nebaş a jiyanê û têkçûna deruniyê întihar kir.
Dezgeha mafên Mirovan Hengawê ragihand ku doh li bajarê Îlamê xortekî 17 salî bi navê Mehdî Mihemedpûr xwe xeniqandiye ku sedem jî bêkarî û rewşa nebaş a jiyanê ye.
Dîsa heman rojê li gundê Xanege yê Mehabadê jî zilamekî kurd bi navê Hesen ji ber belengazî û hejariyê xwe xeniqandiye.
Hengawê ragihand ku du roj berê jî li Mehabadê xortekî 18 salî bi navê Sohrab Rostemî ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe xeniqandiye.