Kurdistan
Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê bajarên Îlam û Kirmanşanê erdhejeke bi pileya 5.2 ya Richterê rû da.
Li gor ragihandina Ajansa Fermî ya Îranê IRNAyê, erdhej îro demek berê li demjimêr 14:17 bi dema Îranê li bajarê Îlam û Kirmanşanê bi tundiya 5.2 pileya Richterê rû daye û torên telefon û înternetê li Îlamê qut bûne.
Dîsa li gor zanyariyan ji ber barîna baranê û rabûna lehiyê, balafirxaneyên Îlam û Loristanê hatine girtin û li Loristanê jî rewşa awarte hatiye ragihandin.
Herwiha ji ber barîna zêde ya berfê jî riya 150 gundên parêzgeha Sinê hatine girtin.
Derbarê ziyanên erdhejê de hîn agahiyên zêdetir nehatine.