TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo Jîna Emînî grev dest pê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 îlon 2022 20:30

PeyamaKurd- Li ser kuştina jina Kurd Jîna Emînî, li gelek bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, mangirtin dest pê kir. Ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hat ragihandin ku grev hem li derve hem li malan tê rêvebirin.

Di agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin ragihandin de hat diyarkirin ku xelkê bajarên Seqiz, Merîwan, Sine, Bane, Dêwilan, Bokan, Mehabad, Serdeşt, Şino û Ciwanroyê, dukanên xwe girtine û rê û kolanan vala hiştine.

Hat zanîn ku li ser banga Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilatê Kurdistanê û bi armanca nîşandana nerazîbûna li hember kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Tehranê ve welatiyan dest bi mangirtinê kir.

Li ser vê yekê jî hat ragihandin ku Komara Îslamî ya Îranê jî hêzeke mezin a ewlekariyê li herêmên grevê belav kirine.

Parve bike: