TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rojhilatê Qamislo otomobîlek hat bombekirin

Admin H
Nivîskar
📅 30 gulan 2022 22:28

PeyamaKurd – Li rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro 30yê Gulanê danê êvarê, otomobîlek ji aliyê balafireke bi çek a bêpîlot ya Tirkiyê ve hat bombekirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li ser rêya gundê Sêgirka yê rojhilatê bajarê Qamişlo otomobîleke leşkerî bi SÎHAyên Tirkiyê hat teqandin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombekirina otomobîlê de agir bi otomobîlê ketiye û kesekî di navde jî bi giranî birîndar bûye. Derbarê nasnameya kesê birîndar de agahiyên zelal hêj nehatine.

Parve bike: