TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semrexê pevçûn derket: 1 kustî û 1 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2023 01:10

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Şemrexê (Mazıdağ) li gundê Mêqeriyê (Karaalanı) bi sedemekî ku nehat zanîn, di navbera 2 malbatên mirovên hev de pevçûn derket û 2 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina tîmên lezgîn yên 112 ê, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Şemrexê. Li nexweşxanê N.E. jiyana xwe ji dest da. Tîmên cendirmeyan tedbîrên asayîşê girtin da bûyer mezin nebe.

Parve bike: