Kurdistan
Li Semsûrê 125 mal xistin karantîneyê
PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna vîrusa koronayê 125 mal hatin karantînakirin.
Walîtiya Semsûrê ragihand, piştî li navenda bajêr testa hinek welatiyan pozîtîf derketiye, Desteya Tenduristîya Bajêr biryarên nû wergirtine û eşkere kir, li gorî biryara Desteya Tenduristîyê, li taxên cuda yên bajêr 125 mal hatine karantînakirin.
Li gorî amarên 30yê Îlonê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê; 29 hezar û 104 kesên bi vîrusa ketine û 216 kes jî bi wê nexweşiyê mirine.