TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê 2 jin hatin kustin

📅 26 cotmeh 2019 14:52

PeyamaKurd -Li Semsûrê du jin rastî êrişeke çekdarî hatin û jinek ji wan li cihê bûyerê û ya din jî li nexweşxaneyê jiayan xwe ji dest da.

Li gor aghiyênberdest li taxa Cumhuriyet a Semsûra Bakurê Kurdistanê du jin rastî êrişeke çekdarî hatin. Heya ku hêzên emnî û tîmên tenduristiyê gihiştin wê deverê, jina bi navê Cansu Guven li cihê bûyerê û jina bi navê Songul Onemli jî li nexweşxaneya Semsûrê canê xwe ji dest da.

Cenazeyên herdu jinan ku rastî êrişa bi çeka nêçîrê hatibûn, bo karûbarên pîzişka dadî hatin veguhastin bo morga nexweşxaneya Semsûrê.

Heya niha nayê zanîn bê ka ew êriş ji aliyê kê ve ve hatiye encamdan û hêzên emnî yên Tirkiyê jî derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

 

Parve bike: