Kurdistan
Li Semsûrê 2 otomobîl qeza kirin: 3 birîndar
PeyamaKurd – 2 otomobîl li navenda Semsûrê li taxa Sîteler li hev ketin. Di encamê de kesên bi navên Yaşar Gıci, Melih Güneş û Tuba Güngör birîndar bûn.
Piştî mudaxeleya tîmên tenduristiyê yên 112 an, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Perewerdê û Lêkolînê ya Semsûrê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe û lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.