TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê bi pileya 4.3 erdhej çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 14 adar 2022 22:07

PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê îro Duşemê piştî nîvro erdhej çêbû.

Saziya Rewşên Awarte û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihandiye ku pileya erdhejê 4.3 bûye û navenda wê jî navçeya Çelîkan a bajarê Semsûrê ye.

Li gorî AFADê erdhej li demjimêr 15:38ê piştî nîvro rû daye û kûrahiya wê ya erdê jî 7.06 kîlometre ye.

Li bajarên Dîlok, Meletî û Rihayê jî hest bi wê erdhejê hatiye kirin ku li gorî zanyariyan, di encamê de ziyaneke madî û canî çênebûye.

Parve bike: