TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê di navbera du terefan de pevçûn derket û 4 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2026 21:23

PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li taxa Yeşilyurtê êvarê di navbera du terefan de pevçûn derket û bi dar û keviran li hev xistin. Polîs ket navbera her dû terefan û wan rawestand.

Di encamê de 4 kesên ku birîndar bûn wan bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê û polîs li ser pevçûnê 8 kesan xist bin çav.

Sedema pevçûnê nehat zanîn lê hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Parve bike: