TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê dîsa erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 14 adar 2023 16:37

PeyamaKurd – Li navçeya Sincikê ya Semsûrê, îro 14ê Adarê bi hêza 3.9 pile erdhej çêbû. Lê Rasatxaneya Kandilli dibêje, hêza erdhejê 4.1 pile bûye.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) eşkere kir, li navçeya Sincikê ya Semsûrê, roja 14ê Adarê di saet 05:27an de bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7.3 kîlometre bû.

Rasatxaneya Kandilliyê da zanîn, erdheja Sincikê bi hêza 4.1 pile bûye û kûrahiya wê 5 kîlometre bûye.

Parve bike: