Kurdistan
Li Semsûrê du kes bi çekan giran birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navenda bajajê Semsûrê (Adıyaman) li taxa Cumhuriyetê kesên bi navên M.S.T. û E.Ö. pevçûn. Paşî her dû kes jî bi çekan li hev xistin û di encamê de her dû jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê şer û birîndaran birin nexweşxana perwerde û lêkolînê ya bajarê Semsûrê (Adıyaman)
Sedema şerê navbera wan nehat zanîn lê rewşa her dû birîndaran jî giran e.