Kurdistan
Li Semsûrê jî kirina çalakiyan hat qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) kirina çalakiyan heya 19ê Gulanê ji aliyê parêzgehê de hat qedexekirin. Qedexeya li bajarê Semsûrê bi sedema cezadayîna Selahattin Demirtaş û hevalên wî ku ceza dan wan, ditirsin ku tevgerên siyasî û protesto li Kurdistanê belav bibin.
Parêzgeh hemû çalakiyên siyasî yên weke civîn, civîna çapemeniyê, meş, greva birsê, vekirina stendan, vegirtina konan û belavkirina belavokan qedexe kir.
Kirina her çalakiyekî bi îzna parêzgehê û hêzên asayîşê ve hat girêdan.