Kurdistan
Li Semsûrê otomobîlekî wergeriya nav zeviyê: 4 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li ser rêya Kolikê (Kahta) otomobîlekî ji desthilata ajotvan derket û otomobil wergeriya nava zeviyê. Di encamê de 4 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn.
Qeza, li devera gundê Sûsikê an ku Meyanê (Ortanca) çêbû. Di qezayê de ajotvan H.E., B.I. (24), H.S.K. (25) û Y.M.İ. (22) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, kontrola birîndaran kirin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Kolikê (Kahta).