TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûrê saredarê berê jî di nav de 6 kes hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 17 adar 2020 19:52

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê navçeya Çelikhan a bakurê Kurdistanê 9 kesên ku bi hinceta ‘Endamtiya rêxistinê’ di navbera rojên 9-13ê Adarê de hatibûn binçavkirin, derketin pêşberî dadgehê.

Dozgeriyê bi heman hincetê daxwaza girtina wan ji dadgehê kir û dadgehê jî di danişîna îro de, biryara girtina 6 kesan da.

Hat zanîn, di nav kesên hatine girtin de, hevşaredarên berê yên navçeya Bulamê Mehmet Çaglan û Cevahîr Buyukşahîn jî hene.

Parve bike: