Kurdistan
Li Semsûrê xwediyên cenaze pev çûn: 4 birîndar
PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê dema ku cenazeyek dihat rakirin, du malbatên xwediyên cenaze pev çûn.
Di pevçûna ku dema nimêja cenaze rû da de, 4 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bûyer li Mizgefta Goristana Nû ya taxa Bahçecîk a Semsûrê, dema nimêja cenazeyê kesê bi navê Mehmet Ozer qewimî ye.
Li ser sedema pevçûnê hat diyarkirin ku xwediyên meytê bi sedema xerabî bi bavê wan kirine nexwestin tevlî rakirina cenaze bibin û li wir pev ketine.
Piştî pevçûna malbatan 4 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan û 6 kes jî ji herdu malbatan hatin binçavkirin.