Kurdistan
Li Semzînanê wesayîtek hat teqandin: Xortekî sivîl can da
PeyamaKurd - Li bakurê Kurdistanê li navçeya bajarê Colemergê Şemzînanê dema wesayîteke sivîl derbas dibû, bombe pê de hat teqandin û di wê teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin, wesayîta ku ji ser herêma gundê Çatalca ve diçû bi bombeyeke li ser rê vedayî hat teqandin û di encama wê teqînê de, xortê bi navê Sezer Sonmez li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Piştî têqînê hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê operasyoneke berfireh li herêmê dane destpêkirin.
Beriya niha bi çend rojan jî otomobîlek li heman herêmê hatibû teqandin ku tê gotin, ji aliyê PKKê ve ev teqîn hatine kirin.