Li Sengalê êrîsa dronî pêkhat: 4 kustî
PeyamaKurd – Li Şengalê dronekî li kamyonetekî xist û rêvebirekî ji bo Rûdawê ragihandindiye ku birîndar hene. Rêvebir ji bo Rûdawê gotiye ku êrîş li ser sînorê Şengalê bûye, bi drona Tirkiyê bûye, erebe şewitiye lê jimara mirî û birîndaran nizane. Rêvebir nizane di erebê de çend kes hebûne û ji kîjan grûbîne.
Li aliyê dinê beşa dij terorê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku îro an ku roja duşembê siet di 17.40 an de balafireka bêmirov ya aîdê Tirkiyê di navbera Xanesorê û navça Bara ya bi ser Şengalê de, nêzî gundê Behravayê alavekî aîdê PKK ê bombe kiriye û di encamê de 4 PKK yî jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên Rûdawê bidest xistiye, îro kes birîndaran nebiriye nexweşxanên li Şengalê. Vê êrîşa liŞengalê ket pey êrîşa Tirkiyê ya li Mexmûrê.