Kurdistan
Li Sengalê pêngava duyem a rêkeftinê hat cîbicîkirin
PeyamaKurd – Li Şengalê pêngava duyem a rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de, hat cîbicîkirin.
Di pêngava duyem de, li Şengalê alayên hêzên nerewa hatin daxistin û çar lîwayên polîsê federal li Şengalê hatin bicîkirin.
Hêza Parastina Êzidxanê vê rêkeftinê di berjewendiya Şengalê de dibîne.
Di nava Şengalê de nêzîkî 20 hezar kes li ser 7 hêzên cuda hatine belavkirin, lê di vê rêkeftinê de divê hemû 5 kîlometre ji Şengalê dûr bin û hêzên nerewa li Şingalê nemînin û ji bilî ala Iraqê, alayeke din neyê bilindkirin.
Piştî her du xal hatin cîbicîkirin, xala sêyem jî dê were cîbicîkirin û îdareyeke nû ji bo Şingalê dê were danîn, da ku ewlehî û aramî li deverê were pêkanîn û xelkê aware vegerin cih û warê xwe.