TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser banga Serok Barzanî Tevgera Sedir, PDK û Erebên Sunî dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 21 sibat 2022 19:40

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hevpeymaniya Siyade ya erebên sunî li ser rewşa Iraqê û gotûbêjkirina avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bicivin.

Li gorî daxuyaniya berpirsê liqa 5 ya PDKê li Bexdayê, Şiwan Taha di demek nêzîk de dê li ser banga Serok Mesûd Barzanî, civîna sê alî ya PDK, Sedir û Siyade (erebên sunnî) pêk were.

Şiwan Taha daye xuyakirin, ew civîn li ser rewşa aloz ya Iraqê ye û dê piştî wê jî bi aliyên din yên Iraqî re hevdîtin were kirin da ku pirsgirêk bi rengekî demokratîk bêne çareserkirin.

Parve bike: