Li ser Dr. Qasemlo konferansekî hat lidarxistin
PeyamaKurd- Îro li Parîsê di derbarê sekreterê berê yê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Dr. Abdurrehman Qasemlo de konferansek hat lidarxistin. Konferans li ser jiyan û boçûnên Qasemlo bû. Di konferansê de gelek nûnerên saziyan, diplomat û siyasetmedarên biyanî hebûn. Her weha fîlmekî di derbarê Dr. Qasemlo de, bo beşdarvanan hat nîşandan.
Serokê Enstîtuya Kurd ya Parîsê Dr. Kendal nezan gotarekî pêşkêşê konferansê kir û behsa rola Dr. Qasemlo, di bizava rizgariya Kurd û Kurdistanê de kir û her weha behsa kesayetiya wî, siyaseta wî ya nav welat û navdewletî kir. Bixêrhatinkirina mêvanan jî ji aliyê Dr. Kendal nezan de hat kirin.
Dewleta Îranê di hevdîtinên bo otonomiya Kurdan de, di roja 13.07.1989an de, 31 sal berê li payîtexta Awîstûrayayê li Viyanayê Dr. Qasimlo şehîd kiribûn.