TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser fermana Serok Barzanî, Mihemed bo dermankirinê diçe Firansayê

📅 22 cotmeh 2019 14:18

PeyamaKurd - Mihemed Hemîd, zarokê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber bombardimana artêşa Tirkiyê ya bi çekên qedexekirî birîndar bûbû û dîmenên ew êş û azara wî li seranserê dinyayê deng vedabû, li ser rasparteya serok Mesûd Barzanî bi mebesta çareserkirin û dermankirinê bo Fransayê hat şandin.

Mihemed Hemîd, yeke ji birîndarên Rojavaya Kurdistanê ku bi sedema topbaran û bombebaran artêşa Tirkiyê birîndar bûye û gumana wê yekê jî tê kirin ku bi birîna wî ji encama bikarhînana çekên qedexekirî be li Rojavaya Kurdistanê ji alîyê Tirkiyê ve.

Serok Barzanî guh bi bavê Mihemed re axivî bû û hevxemiya xwe ragihandibû. Serok Barzanî jê re gotibû ku ku çi pêwîst be ew dê ji bo Mihemed bikin û ti kêmasiyê nakin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ew dîmenên êş û azara Mihemed li medya cîhanê karvedaneke mezin çêkiriye ku niha ew çekên qedexekirî tên lêkolînkirin daku wekî tawaneke şer were qebûlkirin.

Parve bike: