Kurdistan
Li ser rêya Baykan û Sêrtê 2 treyler li hev ketin û şewitîn
PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li ser rêya di navbera bajarê Sêrtê û navça Hawêlê (Baykan) 2 treyler li hev ketin û agir bi wan ket. Her dû treyler jî ji şewatê bûn ku êdî bikêr nayên.
Bi sedema îhtîmala teqîna depoyên petrola her 2 treyleran, ji her dû terefan de rê girtin lê li ser birîndar û miriyan ti agahî nedan.
Li ser rê, li ciyê qezayê, polîs, cendirme, îtfaiye û tîmên tenduristiyê xebatê dikin û agir vedimrînin. Navên ajotvanan û kesên biwan re bûn nehat ragihandin. Lêpirsîna li ser qezayê dewam dike.