TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li ser rêya Qers-Erzeromê otobus wergeriya: 6 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2021 02:14

PeyamaKurd – Li ser rêya Qers- Erzeromê bi sedema barîna berfê û bahozê otobusekî rêwiyan wergeriya, di encamê de 6 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Otobus nêzî navça Sariqamîşê ji ber rê bûz girtibû û ajotvan desthilata otobusê ji dest çû qeza kir.

Li ser qezayê tîmên 112 ê yên lezgîn yên tenduristiyê, AFAD, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Li gor kontrola tîmên tenduristiyê; di serî de hat dîtin ku 6 kes mirine û gelek kes birîndarin. Piştî mudaxeleya ewilî temamê birîndaran tên şandin bo nexweşxaneyan.

Parve bike: